Hamid Omerî
Ezê jî gazina xwe bikim û bibêjim ez bi zimanekî “jihalketî” dinivîsim. Cioran gava behsê tabana ser nivîsandina xwe ya bi Fransî wiha pê de diçe: “1947an de wexta ez li Normandiya bûm, min li xwe danî ku konut tewş e! Nivîsandina bi zimanekî ku kes jê fahm nake, çima?” Çima ya Cioran du tiştan anî bîra min. Yek jê gazin-rexneya Mihemed Şarman, “Kürt Sanat ve Kültür Topluluğunun Müzmin Şikayeti. Kıymetimiz Bilinmiyor” û ya din jî zarokên li ser Çemê Qereçolya. Pêşî li hêla Qamişlû li ser gora seydayê min Mela bangî min kir:
Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim te bes tu bixwaz
Xwestina çi halê çi! Dixwazim rastiyê ji we re bibêjim. Li ber aşê Elodîna ez bi kaygıya xwe û Xanî keniyam. İstikrar motora avê ji gola biniya Sorka nehate min. Keriyê pez li bin palê Zeko diçêriya. Ez sî sal berê li wir li ser xetikên titûnê li hêviya ava vî çemî bûm. Zarokên bi avê dilîstin û hev şil dikirin pirr hoş bûn. Xwarzî û birazî bûn lê peyvikekê jî bi kurmancî li ber guhê min neket ji dev û zimanê wan lê ji zarûkbûna wan û şîrîntiya wan tiştek kêm nebû. Min xwe aciz kir pêşî. Sonra ez ji efendimê xwe re bêjim min go çi kabahat û qebhetê van zarûyan heye. Çi heqê min li ser wan heye ku ez xwe ji bo ew bi kurmancî naaxivin diqehirînim.
Çimkîsî canim Mihemed Şarman, hem bi Pirça Winda û hem bi Kêmberê ez xapandim hem jî bes bi nivîsekê ji zarokan bêtir bi aveke şolî me û xwe şil kir! Ez bi qasî bi van sebiyan re xeyidîm bi wî re nexeyidîm. Sebep çi bû? Bi heq bû gelo? Tespîtên wî rast bûn ecêba? Ka deqakê guh bidin min: Li Kuzguncuk a Stenbolê çiqas cara ez herim wê qehweya ku jê hez dikim camêrekî navsere berê xwe dide min û dipirse: “Şiir sever misiniz? Ben yazdım? Almak ister misiniz?” Belê mînakên wiha li Taksîmê jî li Kadıkoyê jî henin. Vêga ez nikarim bibêjim şairên tirk şiêrokên xwe dikin bin çengên xwe û weka parsekan li ber dikanan digerin! Çimkî hin şairên tirk payeyên ku dewleta wan dide wan jî qebûl nakin loma nabe ez berê qirima xwe wiha bi gelemperî bidim nivîskar û şariên wan. Kurmanc jî yek du xaric di baholên xwe de kitêbên xwe nagerînin. Bi zorê xwe naxin stûyê xelkê û xwe li wan nakin bar loma dikarim bibêjim ku Şarman bereyeke fireh daye ber qirima xwe loma loda wî çiqas dirêj û bilind be jî ne pirr bi ber û rahmet e.
Ezê li xwe deynim û pê de biçim bi raya min hin tespîtên Şarman di cîh de bûn. Lê mesken tespit jî heya ew gazinên amaje bi wan tê kirinê nebin ‘nexweşîn’ gelekî olağan in û li dinya alemê jî jixwe gazin di vî rengî de ne. Lê şayet bi patolojîkbûna xwe hem xwe hem jî derûdora xwe bitengijînin rexneya Şarman di cî de ye.
Loma bi raya min di nêrîn û mebesta nivîskar de bi qasî ya zarokên li ber çem tabi’îbûn tunebû. Nav li ser e ew zarok bûn. Zimanê wan çi be bi wî zimanî ji xwe re dilîstin. Lê Şarman, bi zimanê tirkî ji akademiya tirkî re çavkaniyeke bi tirkî amade kiribû. Mesken sorun e gelo? Bi ya we erê be jî bi raya min na! Şarmanê ku hemû serok û serkirdeyên welatekî li ser maseyekî anîbû cem hev bi raya min têra xwe jîr e û jixwe mijara me ne jîrbûna Şarman e lê ew ji min çêtir dizane ku çi dike.
Piştî emrê meriv bi ser çilî dikeve av di gelî de xweştir diherike. Loma mesken jî bi raya serê min nakeve. Lê şora Şarman bi qasî ya zarokên li ser çem ne etîk bû! Çima? Ezê serê we neêşînim û kin bibirim. Kirde jî berkirdeyên nivîsara Şarman jî nivîskarên kurmanc bûn! Deng û gazin li nivîskarê kurmanc e û mesken têra xwe xweş e lê bi şêwaza xwe nivîs ji akademiya tirkî re ye û mesken tahl û tirş e!
Bila şaş neyê fahmkirinê. Ez ne li dij nivîsandina bi zimanê tirkî me. Ez jî dinivîsim. Heta ji ber ez carinan bi tirkî dinivîsim rexnegirekî me yê hêja li gotûbejeke xwe ya li Stenbolê li ser pirsa min a bi Kurmancî ya di derbarê metnên wî de berê xwe dabû girseyê û wiha gotibû: Ez weka te bi tirkî nanivîsim û ji salonê ‘çepikeke xurt’ bidestxistibû!
Fernando Savater ji Cioran dipirse: Te deriye welatê xwe neterkand, jê giringtir te dev ji zimanê xwe jî berda. Cioran vê terkandinê weka qezayeke trajîk pênase dike û wiha dibêje: felaketên dîrokî li ber vê hîç in! Tabana min Mallarmê werdigerande Rûmenî û ji nişka ve min ji xwe re go: konut çi emelekî tewş e! Ti xêrê di wergera Mallarmê ya bi zimanê Rûmenî de nabîne û destê xwe ji zimanê xwe dişo.
Navê pirtûka min jêgirtina xwe jê kir a E.M.Cioran Ezeli Mağlup e. Di Têkçûyên Ezelî de dibêje dîsa Cioran, “gava min bi Fransî dinivîsî peyvên Fransî xwe li hiş û şiûra min didan ferzkirinê. Lê pêşiya min bûn, ne bi min re bûn, di kozikên xwe de bûn û min diçû bi wan digirt… bi guhertina ziman min dawî li paşerojê jî anî…”
Mihemed Şarman destê xwe ji zimanê xwe şûşt an neşûşt haya min jê tune lê piştî Kêmberê ez rexne-kirîtikên wî yên K24ê û Kurd Araştırmalari yê dibînim. Weka ku kêmasiyekê dîtibe û ji emelên xwe yên berê bixeydan be dinivîse. Hêvî dikim ez şaş bim û Şarman dîsa bi kurmanciya reş çîrokên xwe ji me re bibêje û binivîse.